Serokê DYE’yê Donald Trûmp piştgiriya malî ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) birî, ku rêxistinê bi nebaş birêvebirina pandemiyê sûcdar dike. Neteweyên Yekbûyî jî bi gotina “Ne dema wê ye” nerazîbûn nîşan da.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Sêşemê bi daxuyaniyekê WHO sûcdar kir ku têkoşîna li dijî pandemiya vîrûsa koronayê nebaş bi rê ve dibe.

Trûmp diyar kir ku li ser rêvebirina nebaş a pandemiyê û rola WHO’yê ya di veşartina belavbûna vîrûsê de lêkolîn dane destpêkirin û talîmat da ku piştgiriya malî ya Amerîkayê ya ji bo vê saziyê bê rawestandin.

Trûmp ragihand, DYE salane 400 heta 500 milyon dolarî alîkariyê dide WHO’yê û got, Çîn nêzî 40 milyon dolarî, dibe ku jê kêmtir jî dide.

Trûmp got, “Eger WHO’yê karê xwe kiribûya û ji bo lêkolîna objektîf a rewşê ya li qadê pisporên xwe yên tenduristiyê şandibûya Çînê, şewb wê bi windahiyeke kêmtir hatibûya kontrolkirin.”

Serokê DYE’yê hefteyên dawî gelek caran bi tundî WHO sûcdar kir û îdîa kir ku WHO li aliyê Çînê tevdigere.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trûmp da û got, “Bi dîtina min divê piştgiriyê bide WHO’yê ku ev yek ji bo serketina şerê li dijî Covîd-19 gelekî girîng e.”

Gûterres anî ziman ku ji bo lêkolînkirina nêzîkatiya hêz û saziyan a di dema krîzê de wê piştre têra xwe wext hebe û got, “Dersên hatine wergirtin, ji bo birêvebirina rewşeke gengaz a bi vî rengî di dema pêş de gelekî girîng in.”

Gûterres got, “Lê belê niha ne dema wê ye. Ne dema wê yekê ye ku ji bo operasyonan çavkanî bên kêmkirin.” Gûterres anî ziman ku dem ew dem e ku civaka navneteweyî ji bo rawestandina vîrûsê bi hev re bixebitin.