Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqê Mustefa El-Kazimî di hevpeyvînekê de ya bi çendîn ragihandinên Iraqê re got, “Hikumeta nû ya Iraqê amade ye û em di warê destpakî û hişyarbûnî de pir hûr û kûr li ser bijartina navan xebitîne. Niha jî karê herî girîng ku biken ev e ku Iraqê ji şerê herêmî dûr bixînin.”

El-Kazimî derbarê hêzên biyanî jî diyar kir ku bi hêzên Emerîkayê re li ser mijara hebûna wan a li Iraqê di nava gotûbêjekî girîng de ne û got: “Karê ku pêwîste bikim ew e ku nehêlim Iraq bibe meydana safîkirina wan şerên ku ti têkiliya wan bi Iraqê re nîne.”

Di dawiyê de jî El-Kazimî eşkere kir ku navê kesên di kabîneya nû ya hikumeta Iraqê de cih bigirin amade ye û wiha domand: “Ji niha ve di çarçoveya şandina zû ya projeyê ji bo parlementoya Iraqê, bi aliyên siyasî re di nava nîqaşan de me. Ji bo ku bikarim dest bi kar bikim û wan pirsgirêkên ku komî ser hev bûne çareser bikim.”