Gûterres got, “Piştî ku li dijî Covîd-19 derziyeke bê bawer û bi bandor hate çêkirin, hingî hesta asayîbûnê wê li cîhanê vegere.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ew hêvîdar e heta dawiya salê derziyek bê amadekirin û got, “Derziyeke bi vî rengî wê jiyana bi milyonan mirovî û bi milyaran dolarî rizgar bike.”

Gûterres bi rêveberên 50 welatên Efrîkayê yên endamên Neteweyên Yekbûyî re vîdeokonferans kir û xwest, karê ji bo çêkirina derziyê bê zêdekirin û her kes karibe jê sûdê werbigire.

Gûterres anî ziman, bi saya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî kariye amûra testa Covîd-19 bide 47 welatên Efrîkayê û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman.