Saziyên Kurd ên li Rûsyayê nerazîbûn nîşanî ambargo û êrîşa li ser Mexmûrê dan û banga yekîtiyê li gel kirin.

Saziyên Kurdên li Rûsya û BDT’ê derbarê êrîşên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî li ser navê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Navneteweyî, Otonomiya Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê û Yekîtiya Jinên Kurd hate weşandin.

Di daxuyaniyê de qala ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hate kirin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku tu hinceteke exlaqî û wijdanî ya vê ambargoyê tune, Hikumeta Kurdan a li Başûrê Kurdistanê û nêziktêdayina wê xisarê dide têkoşîna Kurdan û ev ambargo bi kêrî dijminên Kurdan tê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Hemû dinya li dijî şewba koronavîrusê têdikoşe lê dewleta Tirk jî dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan didomîne.  Vê êrîşa li pêş çavê rêveberiya Kurdan tê kirin, mirovan dixe nav fikaran. Em Kurdên li Rûsyayê sersaxiyê ji malbatên şehîdên ji ber êrîşa ÎHA’yê dixwazin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku divê li dijî vê êrîşa li ser axa xwe derkevin. Ji bo em li dijî van êrîşan xwe biparêzin divê gelê Kurd bibe yek û pêşiya îxanet û şerê birakujiyê were girtin.”