Di raporekê de ku ji aliyê “pisporên serbixwe” yên Navenda Lêkolînê ya Parlamenta Îranê ve hate amadekirin, hate gotin “Ji bo ahengî di navbera protokolê û statîstîkan de bê çêkirin, divê kapasîteya laboratûwaran û hejmara testan bê zêdekirin.”
Di raporê de hate ragihandin ku hewldanên ji bo tespîtkirina nexweşan wê bike ku belavbûna nexweşiyê bê kontrolkirin. Li gorî daneyên raporê, heta niha 760 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û 8 hezar û 500 ji wan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî vê raporê, Îran ew welat e ku li tevahiya cîhanê herî zêde qurbanî ji ber vîrûsa koronayê daye.
Li gorî daneyên fermî ku herî dawî roja Pêncşemê hate eşkerekirin li Îranê 77 hezar û 995 kes bi vîrûsê ketin û 4 hezar û 869 ji wan mirin.
Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku eger tevdîrê karantînayê neyê wergirtin wê zêdeyî 30 hezar kesên din jiyana xwe ji dest bidin.