Li gorî nexşeya înteraktîf a Zanîngeha John Hopkînsê heta saet 15.30’an li temamî cîhanê 138 hezar û 500 kes mirine.
NY: TEKANE ÇARESERÎ AŞÎ YE
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres tevî 50 rêveberên welatên Efrîkayê vîdeokonferansek li dar xist. Gûterres got ku “Bi tenê aşî dikare me vegerîne rojên berê.”
LI EWROPAYÊ 90 HEZAR KES MIRIN
Li gorî bîlançoya AFP’ê ya ku wê jî ji çavkaniyên fermî wergirtiye li Ewropayê herî kêm milyonek kes nexweş ketine û 90 hezar kes jî mirine.
Gerînendeyê Herêma Ewropayê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê Hans Klûge got ku Ewropa di navenda pandemiya Covîd-19’ê de ye û hefteyên pêş, hefteyên krîtîk in.
REWŞA LI TIRKIYEYÊ TÊ VEŞARTIN
Li gorî desthilatdariya AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê 69 hezar û 392 kes nexweş ketine û 1518 kes mirine.
Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Dr. Ayfer Bostan got ku, “Pêdivî bi rêxistinkirina xizmeta tevdîran jî heye.” Bostan bal kişand ser vî tiştî ku “Hejmar testan û tevdîr kêm in.”
Hate diyarkirin 186 karkerên avahiya Girtîgeha Tîpa E a Kirşehîrê xistine karantînayê û 5 karker jî rakirine nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku ev karker ji bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Wan û Êlihê hatine.
ÇETE HATIN BERDAN, GIRTIYÊN SIYASÎ TERKÎ MIRINÊ KIRIN
Desthilatdariya AKP û MHP’ê alîgirên xwe yên li girtîgehan tehliye kir û girtiyên siyasî jî terkî mirinê kir. Çeteyên wekî Alaatîn Çakici hate berdan lê rojnameger, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hê jî di girtîgehê de ne.
BÎLANÇOYA HIN WELATAN
Li DYE’yê 644 hezar kes nexweş ketin, 28 hezar kes mirin.
Li Îspanyayê 182 hezar kes nexweş ketin û 19 hezar kes jî mirin.
Li Îtalyayê 165 hezar kes mirin û 21 hezar kes jî mirin.
Li Elmanyayê 134 hezar kes mirin û 3800 kes jî mirin.
Li Fransayê 148 hezar kes nexweş ketin û 17 hezar kes jî mirin.
Li Îranê jî wekî Tirkiyeyê bawerî bi hejmarên fermî nayê kirin. Li gorî rayedarên Îranê li welat 78 hezar kes nexweş ketine û 4869 kes jî mirine. Li gorî çavkaniyên muxalif 29 hezar kes mirine.