TTB’ê diyar kir, tundiya li qada tenduristiyê ya li Tirkiyeyê veguheriye pirsgirêkeke civakî û destnîan kir, “Em ê pêşî li şewba Covîd-19 bigirin û dawî li tundiya li qada tenduristiyê bînin.”
Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li qada Tenduristiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tundiya li qada tenduristiyê li Tirkiyeyê tê kirin veguheriye pirsgirêkeke civakî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku xizmên nexweşan li nexweşxaneyan hîn jî heqaretê û tundiyê li doktoran û kedkarên tenduristiyê dikin û hate gotin, “Divê bê zanîn, Covîd-19 jî di nav de li dijî hemû pirsgirêkên tenduristiyê em amade ne wezîfeyên xwe hemûyan bikin. Lê belê em êdî nikarin xwe li tundiya ku di dema şewbê û dema asayî de li me tê kirin rabigirin.”
Di dawiya daxuyaniya TTB’ê de hate gotin, “Em ê pêşî li şewba Covîd-19 bigirin û tundiya li qada tenduristiyê ji holê rakin.”