Li ser şehîdbûna sivîlên li Mexmûrê yên bi destê dewleta Tirk wekîlen Swêd û Danîmarkayê helwest nîşan dan.

Li ser êrîşa dewleta Tirk a terorîstî ya li ser Wargeha Mexmûrê, ku 3 jin şehîd bûbûn wekîlên Swêd û Danîmarkayê daxuyanî dan.

Wekîla Sosyalîst a Amîneh Kakabaveh bi pêşniyarnameyeke niviskî dorpêça û êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê anî rojevê, Partiya Gel a Sosyalîst û Lîsteya Yekîtiyê ku li parlamentoya  Danîmarkayê komên wan hene, êrîşa terorîstî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê ku di encamê de 3 jinên Kurd ên sivîl şehîd bûn, şermezar kirin.

‘DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE’

Kakabaveh got, ”Li Tirkiyê rejîma Erdogan sûcê binpêkirina yasayên navnetewî dike.” Bi bîr xist ku Tirkiye dijî yasayên navnetewî Efrîn dagir kir, Kurd bêcihûwar kirin, êrîşa dawî ya li ser Mexmûrê bi bîr xist û got,”15’ê Nîsanê Kampa Penaberan a Mexmûrê bi zalimî bombe kir.”

Kakabaveh bi berdewamî li ser êrîşa Tirk a li ser Mexmûrê got, ”Êrîşên Tirkiyê li dijî civaka navnetewî çalekiye terorîstî ya krîmînal e û ji provakasyonek e.”

Kakabaveh xwest ku Wezîra Karê Derve ya Swêd êrîşa li ser Mexmûrê şermezar bike û mijarê bîne rojeva Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî.


‘DANÎMARKA DIVÊ ÊRÎŞÊN LI SER SIVÎLAN LÊKOLE’

Her wiha Lîsteya Yekîtiyê û Partiya Gel a Sosyalîst ku li parlamentoya Danîmarkayê komên wan hene êrîşa terorîstî ya Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kirin.

Berdevka Polîtîkaya Karê Derve ya Lîsteya Yekîtiyê Eva Flyvholm got, ”Ez ji Wezareta Karê Derve dixwazim piştî bombebaranê êrîşên li ser sivîlan were lêkolan.”

Alîkarê Serokê Partiya Gel a Sosyalîst Serdar Benlî jî got, ”Divê civaka navnetewî êrîşê şermezar bike û bike ku dewleta Tirk li gorî peymanên navnetewî biçe.”