Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk bi dirûşma “Yekitiya xaka Sûriyeyê ji yekitiya gelê Sûriyeyê ye” pilatformekê danûstandinan li dar xist. Beşdarên pilatformê destnîşan kirin ku danûstandinên Sûriye-Sûriye Rêya avakirina Sûriyeya demokratîk e.

Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk bi dirûşma “Yekitiya xaka Sûriyeyê ji yekitiya gelê Sûriyeyê ye” li hola Şêxmeqsûd a bajarê Helebê platformê pêk anî. Di piltformê de nûnerên Partiya Sûriyê ya Netewî û Civakî, Partiya Damin, Partiya Vîna Gel, Partiya Komunistî a Sûrî ya Yekbûyî, Partiya Sûriyeya Demokratîk, Partiya Ciwanan a Avakirin û Guhertin, Partiya El-Kerama, Eniya Gel a Rizgarkirina Lîwa Eskenderon, Partiya Netwa Erebî, Paritya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, nûnerên Komîteya Perwereya Civaka Demokratîk, Mala Êzidiyan, Hêzên Asayîşê, Dîwana Dada Civakî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, Hevgirtina Olan, rûspiyên taxê û hejmarek rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn. Pilatform bi bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Paşê Koordînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûrî Ehmed El-Erec axaftina destpêkê kir û diyar kir ku danûstandinên ji bo doza welat bi van hevdîtin û pilatforman dest pê dike.

El-Erec bal kişand li ser destwerdana hêzên derve li aloziya Sûriyeyê û tekez kir ku Sûriyeyê di merheleyeke hestiyar re derbas sibe, ji her kesî Sûrî tê xwestin ku bi berpirsyarî li hemberî yekitiya niştimaniya Sûriyeyê tevbigere.
Beşdar jî axaftin kirin. Serokê Buroya Hevbendiya Niştimanî ya Helebê Welîd Nesan, li ser navê Xiristiyanan Josef Qebelan, li ser navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xalida Ebdo, li ser navê Hevgirtina Olan Şêx Elî Hesen, li ser navê MSD‘ê Mirai Şibilî, li ser navê Partiya Yektiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Bavê Qehreman, li ser navê Partiya Ciwanên Avakirin û Guhertin Mihemed Heşaş, li ser navê Partiya Kerama Sair Feqe, li ser navê TEV-DEM‘ê Fatima Hesen û li ser navê Kongreya Star Hêvîn Silêman axaftin kirin. Kesên axivîne, girîngiya lidarxistina pilatformê di vê qonaxê de destnîşan kirin. Hate gotin ku gelê Sûriyeyê giyanê xwe fedayî welat kirin û gotin: “Ji erka niştimanî û welatparêziyê û li ser bingehê parastina gelê Sûriyeyê em îro li vir civiyane, da ku destekê bibin avakirina Sûriyeke nû û komên terorist ji herêmê biqewitînin. Di encama destekdayîna dewletên derve ji terora li Sûriyeyê de rewş gihişt vê astê, binsaziya Sûriyeyê hate rûxandin û sivîl bûne qurbanî, her wiha civaka Sûriyeyê ket xefka pergalên dîktator û terorîstan, dagirkirina Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê delîlê vê yekê ye.”
Axaftivanan diyar kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê di destê gelê Sûriyeyê û banga “Destekdayîna projeya niştimanî, yekitiya xaka Sûriyeyê û dayîna nexşeriyekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ” kirin.

Kesên axivîne destnîşan kirin ku azadiya jinê bingeha avakirina civakeke demokratîk e û tekezî li ser girîngiya “Perwredekirina jinan, veguhestina tecrûbeya jinên Bakurê Sûriyeyê li tevahî Sûriyeyê” kirin.