Li navçeya Zînî Wertê balafirên bê mirov ên keşfê yên dewleta dagirker a Tirk jî li ser esîmanên herêmê digerin. Di heman demê de dest bi veguhestina hêz û amûrên leşkerî ya ji bo navçeyê kirine.

Balafirên bê mirov ên keşfê yên dewleta dagirker a Tirk îro sibehê zû li ser asîmanê Zînî Wertê digerin. Ev di demekî de ye ku duh xîz û çîmento ji bo hêzên devbeş biribûn ku li Zînî Wertê hatine bi cihkirin û dixwazin baregeh çêbikin.

Her wiha duh hêzekî din yên zêrevaniyê li qontara çiyayê Karoxê ku bera wê li Zînê Wertê ye hatibûn bicihkirin. Balkêşe ku wê hêzê konên bi rengê şîn vedane.

Li kêleka wan pêşketinan Lîwayê 7 a Çomanê ku di rastiyê de lîwayekî hevbeş e, lê hemû pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne ku bi şeklê 20 karwan û bi hejmarekî zêde wesayîtên leşkerî ve derbasî navçeyê bûne.

Di heman demê de gelê navçeyê kesên biyanî li vê navçeya hestyar dîtine ku cîhazên sîxortî û çavdêriyê wan hebûye û bi zimanê Tirkî axivîne. Bi îhtîmalekî zêde endamên MÎT’ê ne.

Piştî ku PDK’ê hêz şandiye Zînî Wertê heta niha, di raya giştî ya Kurdistanê de li hemberî vê yekê nerazîbûn tên nîşandan. Lê bi rexmî wan hemû nerazîbûnên heyî heta niha ew hêz venekêşane.