Li gorî daxuyaniya Dozgerê Komarê yê paytext N’Djamena Yoûssoûf Tom, ji 58 endamên Boko Haram 44 ji wan li girtîgehekê mirî hatine dîtin.

Dozger diyar kir ku 40 ji cenazeyan hatine veşartin û li cenazeyên 4 çeteyan jî otopsî hatiye kirin. Hate ragihandin ku hin endamên Boko Haram ên mirin ji ber madeyeke kujer dilê wan sekiniye û hinek jî fetisîne.

Artêşa Çadê 23’ê Adarê piştî ku 92 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, dest bi operasyoneke mezin kiribû. Di operasyonê de 52 leşker û nêzî hezar çete hatibûn kuştin.