Welatiyên herêma Bradost hatina leşkerên Tirk a Bradost şermezar kirin û gotin ku ji hatina leşkerên Tirk hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirse.
Leşkerên Tirk piştî ketin nava gundê Bermîz û Çiyadêl, ketine nava gundê Şapan ê herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêr. Ev jî bû cihê nerazîbûna welatiyên herêmê. Welatiyên herêma Bradost ku ji RojNews re axivîn, hatina leşkerên Tirk şermezar kirin.
Yek ji welatiyên herêma Bradost Behmen Ferhad diyar kir ku cihê gumanê ye hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr dide hatina leşkerên dagirker û got; “Mixabin çend salin em bindestê Tirkiyê ne. Welatî nikarin biçin gund û zozanên xwe. Ji ber leşkerên Tirk topbaran dikin, an jî didin ber guleyan.”
Siyako Qadir bal kişande ser mezinahiya herêma Bradost û got; “Bradost herêmek ji bo xwedîkirina lawiran guncave. Belê xwediyên pez ji aliyê leşkerên Tirk ve tên topbarankirin. Zererên giyanî û madî digehe welatiyan.”
Qadir diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk berpirse û nabe li hemberî dagirkeriya Tirk û Îranê bêdeng bibe.
Ciwanê bi navê Hazim Hatem got ku ew weke ciwanên Bradost dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Hatem diyar kir ku artêşa Tirk li herêmê hêzên xwe zêde dike û ev jî bûye cihê tirsek mezin din ava welatiyên herêmê de.
Hatem daxuyakirin ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk helwestek cidî nîşan bide.
Welatiyek din ê herêma Bradost Îskender Reşîd li ser dagirkeriya Tirk wiha got; “Bradost hatiye paşguhxistin. Desthilatdar 4 salan carek serdana Bradost dikin, mal bi mal digerin û dengan kom dikin. Dema me deng da wan, çûne parlamentoyê û bûne xwedî 8 milyon dînar êdî Bradost ji bîr dikin.”
Reşîd diyar kir ku Bradost bûye cihê pêşbaziya dewletên dagirker û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Tirkiye zêdetirê 27 kîlometir ketiye nava xaka Bradost û dagir kiriye. Ew desthilatên hikûmetê yên pesnên xwe didin, bila tenê bi gotinekê vê dagirkeriyê şermezar bikin. Li aliyek din Îran herêma me topbaran dike. Vê jî zererek mezin daye zozanên Bermîz û Kelaşîn.”
27’ê Îlonê çi rû da?
Di 27’ê Îlonê de hejmarek zêde ya leşkerên Tirk bi wesayitên leşkeri û dûzeran ve ketine nava gundê Şapan ê girêdayî herêma Bradost a parêzgeha Hewlêr. Ev jî bi hinceta vekirina deriyek di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê de, herêm dagir kirin.