Girtiyên li herêma Çûkûrovayê diyar kirin ku maske û lepikan nadin wan, her wiha koxûş jî nehatine dezenfektekirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 3 a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, Girtîgeha Tîpa M a Karamanê, Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi rêya telefonê ji malbatên xwe re qala binpêkirina mafên mirovan kirin. Girtiyan diyar kirin ku li dijî şewbê tevdîreke têrker nehatiye wergirtin.

‘DEZENFEKTE NÎNE, MASKE NÎNE’

Ebedîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 3 a Tarsûsê dimîne diyar kir ku li dijî vîrûsa koronayê rêveberiya girtîgehê tevdîrên pêwîst negirtine. Aktaş diyar kir, gardiyan ji bo serjimartinê tên koxûşê, koxûş nehatine dezenfektekirin û maske nedane wan.”

‘EM NIKARIN JI KANTÎNÊ JÎ WERBIGIRIN’

Şahîn Yildirim û Seyît Aşkan ên li Girtîgeha Tîpa L a ALanyayê gotin, “Pirsgirêka paqijî û dezenfekteyê heye. Em ji kantînê jî nikarin werbigirin. Ji ber vîrûsê her wiha me dernaxînin hewşê jî.”

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê Çetîn Sagir jî got, “Maske û lepikan nadin me. Dema ku em diçin revîreyê, masek û lepik nadin me. Doktor û gardiyan tevdîrên xwe digirin. Em ji tenduristiya xwe bi fikar in.”

‘KOXÛŞA ME NEHATE DEZENFEKTEKIRIN’

Mehmet Zaîr Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ye diyar kir ku ew nikarin qada hevpar bi kar bînin û têkiliya wan a bi hevalên wan re qut bûye. Şahîn anî ziman ku koxûşa wan nehatiye dezenfektekirin û maske nadin wan.

Alî Aydin ê li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê jî ragihand ku koxûşa ew 6 kes lê dimînin tenê carekê hatiye dezenfektekirin û got, tevdîreke cidî nehatiye girtin.