Rojnamevanên dîlgirtî ku neketin ber qanûna efûyê, ji ber qedexeya di heman qanûnê de hate bicihkirin, wê nikaribin rojnameyên mûxalîf jî bixwînin.
Qanûna înfazê ya nû ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve hate amadekirin û Serokkomarê Tirk Erdogan jî bi bayê bezê ew pejirand, ji bo rojnamevanên dîlgirtî û rojnameyên mûxalîf bi du rengî neyînî ye. Girtî li derveyî vê efûyê tên hiştin. Her wiha rojnameyên ku ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê (BÎK) îlanê nikarin werbigirin, wê destûr ji wan re neyê dayin ku bigihêjin girtîgehan. Rêxistinên rojnamevanan diyar kirin ku wê li dijî vê yekê têbikoşin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş diyar kir, vê qanûnê derb li wijdanê mirovan xistiye û got, “Mirovên ku li dijî mirovan sûc kirine tên berdan; yên ku nivîs nivîsîne, nêrîna xwe anîne ziman girtî tên hiştin. Ev qanûn nîşaneya wê yekê ye ku hurmeta li çapemeniyê û azadiya ramanê qet nemaye.”
Dûrmûş destnîşan kir, binpêkirina mafê mirovan e ku hin rojname ji ber ku îlan ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê negirtine nikaribin bigihêjin girtîgehan. Dûrmûş got, “Dema ku mirov kêfiyet û newekheviya belavkirina îlanê jî bi bîr bînin, hingî ev yek tê wê wateyê ku rojnameyên mûxalîf wê êdî nikaribin bigihêjin girtîgehan. Mixabin ên ku sûc kirine hatine berdan, yên ku rojnamevanî û siyasetê dikin jî girtî ne. Ji bo azadiya wan ji bilî mezinkirina têkoşînê rêyeke din li pêşiya me nîne. Ev serdem wê bi têkoşîna hevpar bibihure.”
112 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî bi bîr xist ku şefên çete û mafyayê mîna Alaattîn Çakici bi vê qanûnê re hatine berdan, lê belê rojnamevanên ku rewşeke têkildarî vê mijarê kirine nûçe yan jî binpêkirina mafên mirovan kirine nûçe girtî dimînin.
Muftuoglû diyar kir ku li gorî daneyan niha 112 rojnamevan dîlgirtî ne û got, “Ev rewşa metirsîdar nîşan dide ku azadiya ramanê di asteke çawa de ye. Di dema şewbê de rewşa li girtîgehan bêhtir metirsîdar e. Eger ev yek bidome wê hîn bêhtir mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin.” Muftuoglû destnîşan kir ku divê rojnamevan tavilê bên berdan.”
BÎK JI XWE LI DERVEYÎ WEZÎFEYA XWE TEVDIGERE
Ji parêzerên rojnameya Evrenselê Devrîm Avci ragihand ku Saziya Îlanê ya Çapemeniyê (BÎT) hîn jî ceza li wan dibire û got, “BÎT kete pozîsyoneke welê ku rê û rêbazên nûçeya rojnamevanan kir mijara nîqaşê. Saziyeke ku karê xwe îlan û reklam e, ji derveyî wezîfeya xwe tevgeriya. Ev yek jî bi taybetî li dijî çapemeniya mûxalîf kir, dike.”