Meha Remezanê ya îsal 23’ê Nîsanê dest pê dike. Ji ber pandemiya Covîd-19 li welatên Rojhilata Navîn tevdîra mayina li malê heye. Ji ber vê yekê jî wê di dema meha Remezanê de fitara bi hev re, nimêja komî û serdana bajarên ji bo Îslamê pîroz in, neyên kirin. Her wiha nîvê şevê jî wê dost nikaribin li hev kom bibin.
Hema bêjin li hemû welatên Misilman lê ne mayina li derve weke tevdîr heye. Li Erebistana Siûdî, Misir, Lubnan, Sûriye, Iraq, li Fasê û Tirkiyeyê meha Remezanê yekemcar wê bi rengekî cuda bê pêşwazîkirin.
Ji muezzînê Mekkeyê Alî El Molla ji AFP’ê re axivî û got, “Em hîn bûne ku mizgefta mezin bi şev, roj her tim bi mirovan tijî be. Rewşa heyî ji bo mirovan gelekî giran e.” Alî El Molla bi vê gotinê bal kişand ser valabûna mizgeftan.
Hefteyên dawî li Kabeyê jî bêdengî heye. Rayedarên Siûdî ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa koronayê bigirin serdanên li Mekke û Medîneyê rawestandin.
Tê gotin ku serdanên hecê yên salane ku dawiya meha Tîrmehê tên kirin îsal ji aliyê Erebistana Siûdî ve bên astengkirin. Rêveberiya Riyadê bang li Misilmanan kir ku amadekariyên xwe yên serdana Mekkeyê taloq bikin.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tevdîrên mayina li malê çalakî asteng kiribe jî li pêşiya girtina rojiyê ya Misilmanan ne asteng e. Lê belê pêşniyar li Misilmanan kir ku mîna nexweşiyên din hemûyan beriya rojiyê bigirin bi doktoran bişêwirin.