Ji ber şewba Covîd-19 her diçe hejmara kesên dimirin zêdetir dibe. Li gorî daneyên fermî yên Zanîngeha Johyns Hopkîns a li gorî saeta Ewropa saet 15:00’an û şûnde li gelemperiya cîhanê 2 milyon û 420 hezar kes bi şewbê ketine, 166 hezar zêdetir kes jî mirine.

Şewb belavî 193 welat û herêman bûye. Di rêza yekê de DYE tê, piştre jî Spanya, Îtalya tê. Her wiha Tirkiye tevî ku bîlançoyê diveşêre jî lê her diçe hejmar zêdetir dibe.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên duh 86 hezar û 306 kers bi vîrûsê ketine û 2017 kes jî mirine.

GIRTÎGEH

Li girtîgehan ji ber şewbê ti tedbîr û ewlekarî nayê girtin. Hevşaredara berê ya Dersimê Nûrhatya Atltûn a rehîn tê girtin diyar kir ku piştî qanûna înfazê hate erêkirin û girtiyên edlî hatin berdan û şûnde 3 rojan xwarin nedan wan.

Her wiha li ser 50 kesên ji girtîgeha Dalaman hatin berdan û şûnde vîrûs hate tesbîtkirin. Ji vana testa 2 girtina pozîtîv derket.

HIŞYARIYA ‘ÎMRALÎ’

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kir ku derfetê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide.

KAMPANYAY XWIŞK Û BIRA YA HDP’Ê

Civaka ku baweriya wê bi desthilata AKP-MHP’ê nayê, piştevaniya xwe dewam dike. Kampanyaya Xwişk û Bira ya ku HDP’ê starta wê da, li Brîtanyayê di hefteyeykê de 200 malbat tevlî bûn û destek da. Li Soderhamn a Swêdê jî starta kampanyayê hate dayîn.

Şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Patnos, Giyadîn û Bazîdê ku vîrûs lê derktin jî bûye seferber. Li gel xebatên paqijî û hîjenê jî nexşeya hejariyê hate derxistin û kampanyaya Xwişk û Bira bi kedeke mezin tê birêvebirin.

Herî dawî Bûldan, bal kişand ser piştevaniya civakî û wiha bi dawî kir: “Ya me bide jiyandin piştevanî ye. Em vê hişyariya xwe berdewam dikin. Ya ku gel bide jiyandin û ji vê qeyranê rizgar bike ne polîtîkayên gel in. Polîtîkaya piştevaniya civakî ye. Piştevaniya civakî û hêzên demokratîk e. Me kampanya “Malbatên Xwişk û bira” daye destpêkirin. Hevî li gel me ye. Hevî piştevaniya gel e.”

BÎLANÇOYA LI HINEK WELATAN

DYE: 764 kes pêketine, 40 hezar û 500 kes jî mirine.

SPANYA: 200 hezar û 200 kesî zêdetir pêketine, 20 hezar û 850 kes zêdetir jî mirine.

ÎTALYA: Zêdetirî 180 hezar kes pêketine, 20 hezar û 23 hezar û 660 kes jî mirine. 110 hezar zêdetir jî tên dermankirin.

FRANSA: 152 hezar kes pêketine, 19 hezar û 700 kes jî mirine. Nêzî 100 hezar jî tên dermankirin.

ÎNGÎLTERE: 140 hezar pêketine, 16 hezar mirine.

ELMANYA: 145 hezar kes pêketine, 4 hezar û 600 kes jî mirine.

BELÇÎKA: 40 hezar kes pêketine, 5 hezar 800 kes mirin.Derdorî 25 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÊD: 28 Hezar pêketine, 1 hezar û 500 kes mirine. 9 hezar kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA: 33 hezar û 400 kes pêketine, 3 hezar û 750 kes mirine. 30 hezar jî tên dermankirin.

RÛSYA 47 hezar pêketine. 400 kes jî mirine.

ÎRAN: 83 hezar û 500 kes pêketine, 5 hezar û 200 kes jî mirine.