Endama ‘Rizgariya Jinan’ Nûpelda Çelîk banga ‘li malê bimînin’ a li Tirkiyeyê piştî şewbê hate kirin nirxand û got, tevdîr ji bo her kesî nehate wergirtin û tundiya li jinê zêde bû.

Bi zêdebûna şewba vîrûsa korona (Covîd-19) a li Tirkiyeyê re dawiya hefteyê derketina derve hate qedexekirin. Rojên ku qedexeya derketina derve tune ye jî banga ‘mayina li malê’ tê kirin. Ji rêxistiniya ‘Rizgariya Jinan’ Nûpelda Çelîk qedexeya derketina derve û kampanya ‘mayina li malê’ ya desthilatdariyê nirxand û bi bîr xist ku pandemiyê 2 meh in bandoreke giran li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê kiriye. Çelîk anî ziman, di nava vê pêvajoyê de li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, hejmara nexweşan gihîşt bi dehan hezarî û ya qurbaniyan jî bi hezaran kes derbas kir. Çelîk diyar kir, yek ji sedemên herî mezin ên vê yekê jî biryarên bêbingeh yan jî şaş ên desthilatdariyê ye.

Çelîk ragihand, banga ‘mayina li malê’ jî bi vî rengî hate kirin û got, “Ya yekemîn; ne ji bo her kesî ye; gelek karker, kedkar ên li sektora xizmeta ji neçarî dixebitin hîn li kolnanan e û ber bi mirinê ve tên şandin. Dawiya hefteyê jî li 31 bajaran derketina derve tê qedexekirin. Sermayeya mezin ji bo karkeran destûra taybet werdigire û dawiya hefteyê jî didin xebitandin.

Yek ji encamên tirsnak ên vê biryarê, tundiya li jinê ya li nava malê ye. Hikumeta ku xwe ji berpirsyariyê vedigire û bi destnîşankirina qurbaniyên sexte xwe ji nava vê rewşê rizgar dike, bi biryardarî tundiya li nava malê ji nedîtî ve tê.”

‘HIKUMET NAXWAZE QÎRÎNA JINAN BIBIHÎZE’

Çelîk diyar kir, destavêtin, destdirêjî, tundî û xizaniya li nava malê ji aliyê hikumetê ve nayê dîtin, nayê bihîstin û bal kişand ser van her du detayan: “Ya yekemîn, jinên ku beriya tevdîrên pandemiyê neçar dihatin hiştin ku li malê bimînin û ji bilî malê jiyaneke din pêşkêşî wan nedihate kirin. Jinên ku temenê wan bi talankirina ked, beden û nasnameya wan, bi tinehesibandina wan derbas bûn, di vê demê de bi 2 qatî zext li wan tê kirin. Li malê hem li zarokan dinerin, hem jî li extiyaran û mêran. Di ser re tundiya li nava malê jî zêde bûye.

Ya din jî jin ên karker-kedkar in… Talankirin û wêrankirina ku li jorê hate vekirin ji bo wan jî derbas dibe. Dixwazim nûçeyek ku îro bala min kişand li vir parve bikim; Sendîkaya Piştgiriya bi Karkerên Malê (Evîd-Sen) ragihand ku jinên ji kar hatin derxistin, bi gotina ‘tu pere nîne malê’ li malê dibin hedefa mêran. Hikumet dike barebar û dibêje ‘li malê bimînin, mala we ewle ye’. Lê belê di sala 2019’an de -ku hingî pandemî tune bû- zêdeyî 400 jin ji aliyê mêrên li heman malê ve bi hev re diman hatin kuştin.

Em di nava rojekê de ji medya dîjîtal hem dibihîzin ku jin hîn bêhtir tên qetilkirin, hem jî qîrîna jinên ku naxwazin bibin qurbanê kuştinê dibihîzin. Ji ber ku ev li dinayeyeke cuda naqewime, diviyabû hikumetê zanîbûya ku di dema mayina li malê de wê tundî zêde bibe û tevdîrên wê werbigirta.”

‘BI PIŞTEVANIYÊ EM DIKARIN JI VÎRÛSÊ Û TUNDIYÊ RIZGAR BIBIN’

Endama Rizgariya jinan Nûpelda Çelîk ragihand, bi qanûna înfaza ceza re gelek tecawizkar, kujerên jinan û îstîsmarkarên zarokan hatin berdan û got, desthilatdarî li şûna ku tevdîran werbigire ji jinên ku li 155 digerin û dibêjin ku tundî lê tê kirin, wiha dibêje, ‘Em di vê pêvajoyê de bi koronayê re mijûl in, nikarin ji bo we bên’.” Çelîk bi bîr xist, beriya ku şaredariyên Kurdistanê bên desteserkirin û qeyûm lê bên tayînkirin saziyên jinan hebûn, lê belê ev sazî piştî tayînkirina qeyûman hatin girtin.

Di dawiya axaftina xwe de Çelîk got, “Em careke din banga xwe dubare dikin. Li dijî vîrûsê, li dijî tundiya mêr em piştgiriya hev bikin û bi vî rengî xwe rizgar bikin. Li taxan em piştevaniya jinan, komunên jinan ava bikin û parastina rêxistinbûyî xurt bikin.”