Hêzên rejîma Îranê gundên herêma Bradost topbaran dikin.

Îro saet 10:20’ê hêzên rejîma Îranê dest bi topbarankirina gundên Mata, Tûpzawa û Berbizin ên herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê kirin. Ji ber topbaranê agir girtiye rez û baxên gundiyên herêmê. Rejîma Îranê topa davêje nava gund ji bo welatî bitirsin û gundê xwe vala bikin.
Ev di demek de ye ku duh jî rejîma Îranê Çiyayê Seqer û Berbizina topbaran kirin.