Li gorî malperya Daîly NK’ê ku yên ji pergala Koreya Bakur firar kirine ava kirine, lîderê Koreya Bakur Nîsanê emeliyat bûye û ji ber pirsgirêkên kardiyovakuleran ne baş bûye.
CNN Internatîonal xwe sparte ser rayedarekî Emerîkî û got Washîngton rapirsîna van agahiyan dike.
Yek ji berdevkê Serokkomariya Koreya Başûr got, ”Tiştekî ku were piştrastkirin nîne û li Koreya Bakur ti tevgerek nehatiye tespîtkirin.”
Rayedarekî payebilind ê Koreya Başûr ji ajansa Yonhap re axivî û got, agahiyên ku dibêjin Kîm Jong Un bi nexweşiyeke giran e, ne rast e.
Kîm Jong Un 11’ê Nîsanê derkete pêşberî raya giştî. Rêveberiya Pyongyangê ji ber pandemiya Covîd-19’ê sînorên xwe girt û tevgera gel sînordar kir. Rayedar hê jî dibêjin ti weqa nînin.