Şîrketa hewayî Boeîng bi daxuyaniyekê ragihand, krîza aboriyê ya ji ber şewba vîrûsa koronayê di asta global de dest pê kiriye wê bibe sedema derxistin ji kar. Li gorî daxuyaniyê, krîz wê bandorê li hilberîna balafirên Boeîng 787, 777 û 737 MAX bike.

Di daxuyaniya şîrketê de hate ragihandin ku 10 ji sedî yê xebatkarên wan ên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dikare ji kar bên derxistin, ku ev yek wê derdora 7 hezar kesî be.

Şîrket li tevahiya cîhanê 160 hezar xebatkarên xwe hene ku 70 hezar ji wan li eyaleta Washîngtonê ya DYE’yê ne.

Lê belê şîrket beriya derxistina ji kar a karkeran divê li ser mijara alîkariya malî bi hikumeta federal re danûstandinan bike. Maliyeya DYE’yê jî bi şertê ku xebatkaran ji kar dernexîne alîkariyê bi şîrketan re dike.