Tirkiyê bi hinceta vîrûsa koronayê kujer, lîderên rêxistinên sûc ên orgnaîze û baronên madeyên hişbiriyê berda lê nûçegihan û muxalîf bernedan, ev rewş li medyaya Swêde bû sedema rexne û helwestan.

Nûçegihanê  Tirkiyê yê televizyona dewletê ya Swêd (Svt) Thomas Thoren gotare di malpera televizyonê de nivîsî, bi sernavê ”LiTirkiyê sûcdarên ku ceza li wan hatî birîn têne berdan lê nûçegihan nayên berdan”. Thoren di gotara xwe de got li gel kampanyaya zêde ya rêxistinên mafê mirovan ya ji bo ku nûçegihan û mûxalîf jî bikevin ber yasayê jî hikûmetê guh nedaye vê bangê.

Nûçegihan nivîskar Kurdo Baksî jî di rojnameya Svenska Dagbladetê ya Swêd de nivisî û got Erdogan kujerên jinan, dizan, mafyayan ji girtîgehan berdide lê nûçegihan, nivîskar û wekîlan bernade.

Her wiha di gotarekê de ya ku di Journalîst de weşiyayî ku bi imzeya Kurdo Baksî û Murat Kuseyrî weşiyaye , rexne li Federasyona Nûçegihanên Swêde tê kirin, ji ber ku li bara zextên li ser nûçegihan, nivîskar û muxalîfan a li Tirkiyê bêdeng maye. Bang li rêxistinê hate kirin ku nema bê deng bimîne û piştevvaniya bi nûçegihanan re were geşkirin.

Nûçegihan Bariş Pehlîvan jî li Kongreya Federasyona Nûçegihanên Swêd axivî got ji efûya Erdogan nûçegihan, akademîsyen, hevşarên HDP’ê, siyasetmedarên weke hevserokê berê yê HDP’ê nedaye berxwe tenê dizan, bazirganên madeyên hişbirê û kujer jê sûd wergirtine