Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed El Mismarî ragihand ku nêzî 20 fuze li baarê Terhûne yê dikeve başûrê rojhilatê paytext Trablûsê. Mismarî diyar kir ku di êrîşa ji aliyê Hikûmeta Mutabaqatê ve hate kirin de, sivîl hatine hedefkirin.

‘EM AMADE NE BERSIV BIDIN’

Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed El Mismarî diyar kir ku divê êdî Neteweyên Yekbûyî ‘terorîstên rast’ bibîne û nerazîbûn nîşan bide, hişyariya ku amade ne bersiva her cûre êrîşan bide.