Kurdistanî û saziyên Kurdan ên li Fransayê, di têkoşîna dijî pandemiya Covîd-19 de piştgirya xwe ya ji bo kedkarên tenduristiyê didomînin.
Meclîsa Jinan a Zîn a Rennesê û CDK a Rennesê, hefteyê sê rojan ji bo Servîsa Awarte ya Nexweşxaneya Rennes Pantchaillouyê danekî xwarinê çêdikin û wê vê yekê heta 11’ê Gulanê bidomînin. Saziyan xwarina xwe ya destpêkê doh gihandin nexweşxaneyê.
TJK-E û CDK-F’ê hesasiyeta xwe ya têkildarî piştgiriya bi nexweşxane û kedkarên tenduristiyê re destnîşan kirin û diyar kirin, wê rojên bê xwarinê û maskeyan belav bikin.
Li Toulouseyê jî danê nîvro xwarin dabûn nexweşxaneyê.