Qedexeya derketina derve ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ji ber pandemiya vîrûsa koronayê li 31 bajarî ji bo 4 rojan ragihand bi dawî bû.

Wezareta Karên Hundir a Tirk, di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) de li 30 bajarên mezin û Zongûldakê di navbera 22 û 26’ê Nîsanê de ji bo 4 rojan qedexeya derketina derve ragihandibû. Dema qedexeyê bi dawî bû.

Wezaretê di nava 4 rojên qedexeyê de bi hinceta ku “li gorî qedeyê tevnegeriya ne” têkildarî 35 hezar û 422 kesî karê edlî û îdarî kir.