Îro 27ê NÎSANê 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- KCKê got, ku di mijara Zînê Wertê de ewê berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.
&- Hêzên gerîlla li Bazîdê çalakiyek lidar xistin, tê de stasyoneke bazê û 3 konteynir hatin rûxandin.
&- Balefirên şer yên artêşa Tirk ya dagirker doh jî, li Başûrê Kurdistanê herêma Bradost bomberdûman kirin.
&- Welatiyên Germiyan komkirina hêza leşkerî yê PDK û YNKê, weke pêngaveke pîlana dagirkeriya dewleta Tirk a li dar Başûrê Kurdistanê binavkirin.
&- Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, tayînkirina qeyûman nîşaneya berbiçav a dijminatiya AKP’ê ya li Kurdan e û destnîşan kir, wê vê bêhiqûqiyê ti carî qebûl nekin.
&-Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw got, li Îranê di nava hefteyekî de 7 jin bi ewayen ‘kîryar ne diyar’ jiyana xwe ji dest dan.