Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28ê NÎSANê 2020 SÊŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê bêltena Rojî pêşkêş bikin, lê di serî de çend sernûçeyên me-

&- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi riya telefonî bi malbata xwe re axivî û banga yekîtiyê kir.

&- Hêzên Gerîlla, li Heftanîn, Xakûrkê û Bestayê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî kirin, bi giştî 12 leşker hatin kuştin.

&- Bultena Çavdêriyê ya Girtîgehan a Covîd-19, bal kişande ser berdanên li girtîgehan û diyar kir ku divê şandeyek serbixwe demildest biçe Îmralî.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek da û got: Di çalakîyên li Efrîn û Babê de 5 dagirker hatin kuştin û 3 dagirker ji bîrîndarbûn.

&- Welatiyên Soran têkildarî komkirina hêz li Zînî Wertê diyar kirin ku şer xizmeta kesekî nake, ev gefeke li ser asayîşa neteweyî ya gelê Kurd e û gotin, “Şerê birakujî heram e.”