Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Wanê endamên TUHAY-DER’ê Halîme Albay û Zekî Îtah hatin destgîrkirin.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan avêtin ser malên li taxa Sixkê. Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) Halîme Albay û Zekî Îtah hatin destgîrkirin.

Polîs deriyên malan şikandin û ketin hundir û bi îdîaya “îxbar” heye Albay û Îtah destgîr kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.