Ji gelek herêmên Başûrê Kurdistanê girseya gel berê xwe da herêma Zînî Wertê ku ji ber bicihbûna hêzên PDK’ê ev demeke alozî lê derketiye. Lê belê li gelek deveran çalakger hatine astengkirin. Hewldanên ji bo çûyîna Zînî Wertê dewam dikin.

Ji bo bidawîbkirina aloziya li Zînî Wertê ku bi bicihbûna hêzên PDK’ê dest pê kir, wê îro li Zînî Wertê meşeke girseyî bihata lidarxistin.

Bi vê armancê şêniyên herêmê, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlamenter û siyasetmedarên ji parêzgehên Silêmanî, Helebçe, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê bi rê ketin.

Girseya gel wê nîvro li bajarokê Serkepkanê ya ser bi Ranyayê li hev kom bibûya.

Ji ber vê welatiyên ji Dukan, Qeladizê, Hacî Awa, Silêmanî û Şarezûr di saetên sibehê de xwestin ber bi Raperîn ve bikevin rê. Beşeke wan a zêde li ketina Ranya de ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.

Hewl tê dayîn ji bo destûr bê girtin, lê heya niha bersiveke erênî ji bo kesên çalakiyê rêxistin dikin, ne hatiye dayîn. Hewldan berdewame.

Eger çalakî pêk neyê, wê girseya Silêmanî li Taslûce kom bibe, hem astengiyê şermezar bikin hem jî peyama ku diviyabû li Zînî Wertê bigihînin hêzên PDK, YNK û PKK’ê bixwînin.

Lê welatiyên herêma Raperîn û beşek welatiyên ji bajarên din berê niha xwe gihandibû herêmê wê berbi Zînî Wertê ve bimeşin. Eger ew jî bên astengkirin wê daxuyaniya çapemeniyê bidin.