Ji girtiyên siyasî Nazli Soglîn got, li Girtîgehan Bunyanê ya Kayseriyê li girtiyên nexweş ên gumana vîrûsê li ser wan hebû test nehatiye kirin û bang kir.

Li Girtîgeha Jinan a Kayserî-Bunyanê êrişên li dijî girtiyên jin roj bi roj giran dibin. Nazli Soglîn 29’ê Nîsana 2020’an bi rêya telefonê dema ku bi malbata xwe re axivî li ser rewşa li girtîgehê agahî da û bang kir. 

Hefteya derbasbûyî Rojda Tokçû ku bi nexweşiya çolyakê ye, krîz derbas kir û li Nazli Soglîn û Merve Aydogan ku gumana vîrûsa koronayê hebû, test nehate kirin. Soglîn daxwazname û name ji CHP’ê û Odeya Tabîban re şand, lê belê rêveberiya girtîgehê name radest nekir.

Soglîn bi rêya telefonê li ser rewşê agahî da û diyar kir ku êdî gardiyan bi kamerayê dîmenê axaftina bi telefonê dikişînin û bi heqaretan hewl didin girtiyên siyasî provoke bikin.

Soglîn diyar kir ku di nava mehekê de 6 caran cezayê dîsîplînê dan wê, Merve Aydogan û Rojda Tokçû. Soglîn got, “Têkiliya girtîgehê bi derve re hate birîn. Ne malbat ne jî parêzer nikarin bi me re hevdîtinê bikin. Axaftina bi telefonê jî di nava zexteke giran de tê kirin. Girtiyên ku gumana vîrûsa koronayê li ser wan heye, her wiha nexweşên çolyak bi zanebûn nabin nexweşxaneyê. Daxwaznameyên ku em didin dozgeriyê ji nedîtî ve tên. Daxwaznameyên ku me ji Dozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandin nayên dayin. Li vir em terikî mirinê kirine. Em bang li raya giştî dikin ku bala xwe li ser mijarê be.”