Di daxuyaniya Enstîtuya Tenduristiyê ya Amerîkayê (NIH) de hate ragihandin ku dermanê Remdesîvîr nexweşên Covîd-19 zû rehet dike.

Di çarçoveya lêkolînê de dermanekî bi navê Gîlead ê li laboratûwarê hate amadekirin dan komek ji nexweşan û ji dermanên placebo jî dan komeke din a nexweşan. Nexweşên ku dermanê Remdesîvîr dan wan di nava 11 rojî de baş bûn, nexweşên din jî di nava 15 rojî de rehet bûn.

LÊKOLÎNA LI ÇÎNÊ ENCAMEKE BEREVAJÎ DABÛ

Têkildarî dermanê ku li DYE’yê hate îdîakirin ku encameke xwe ya baş heye, li Çînê li ser komeke biçûktir hate ceribandin.

Di vê lêkolînê de jî ku li kovara The Lancetê hate weşandin bandora dermanê Remdesîvîr li ser nexweşan berevajî bendewariyan bû. Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku ti fêdeya vî dermanî nîne.

Dermanê navborî ji destpêkirina şewba Covîd-19 û vir ve li welatên cuda tevî dermanên antî-vîral didin nexweşan. Lê belê tê destnîşankirin ku têkildarî vî dermanî pêwîstî bi testên berfireh heye.