KNK’ê 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştgiriyê ya Karker û Kedkaran bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejan Karker û Kedkaran peyamek weşand.

KNK’ê bi bîr xist, ku kedkar û karkeran bi têkoşîna xwe, bi ked û xwêdana eniya xwe 1’ê Gulanê kirine cejna xwe ya yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê û cejn li karker û kedkarên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz kir.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Cejna 1’ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derêxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdî, li ser dîwarên xanî û avahiyan, li fabrîke û zeviyên çandinê û her çeperê xebata jiyanê hatiye qezençkirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatiye. 1’ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwuhdan e, hêz e û enerjiya bîr û hizirî ya mirovahiyê ye. Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekiriye û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Xelkê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Her sal gelê me û karker û kedkaran cejna 1’ê Gulanê, bi coşekî mezin li meydanan pîroz dikirin. Mixabin îsal ji ber nexweşiya koronayê (Covid-19) ev îmkan nîne. Lê çi dibe bila bibe gelê me û kedkar û karker, bi şêweyên cuda jî be, wê hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1’ê Gulana îsal da jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr ê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1’ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkên Kurdistanê û hemû xelkên cîhanê pîroz dike.”