Yekîtiya Ewropayê ragihand, fona li dijî krîza giran a aboriyê bê bikaranîn, dibe ku bigihînin 1.5 trîlyon Euroyî.

Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) yê ji aboriyê berpiryar Paolo Gentîlonî bal kişand ser zor û zehmetiya ji bo bidawîkirina krîza aboriyê ya ji ber pandemiya Covîd-19 rû da.

Gentîlonî destnîşan kir, fona ku Yekîtiya Ewropayê ji bo krîzê bixe dewrê herî kêm divê 10 ji sedî yê aboriya yekîtiyê be. Ev jî tê wateya 1.5 trîlyon Euroyî. Li aliyê din ev fon wê ji budçeya Yekîtiya Ewropayê ya 7 salan cuda be.

Budeçaya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo navbera salên 2021-2027’an pêwîst e wê di demeke nêz de ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve bê destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de ji komîsyonê hatibû xwestin, ku ji bo têkoşîna li dijî krîza aboriyê ‘foneke pêngava agoriyê’ ya nû amade bike.

Budçeya Yekîtiya Ewropayê ya sala 2014-2020’an 959 milyar Euro bû. Komîsyon dixwaze budçeya dema nû bibe 1 trîlyon û 135 milyar Euro. Lê belê gelek welatên mîna Elmanyayê, ji ber qutbûna Brîtanya Mezin ji nava yekîtiyê, vê budçeya navbera salên 2021-2027’an zêde dibînin.

Parlamenta Ewropa jî herî kêm 1 trîlyon û 250 milyar Euro budçeyê dixwaze.