Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Yewnan, parçeyên helîkoperê li derya Iyonyayê li qada di bin kontrola Îtalyayê de ye hate dîtin.

Yewnanistanê jî helîkoptereke leşkerî ji bo operasyona rizgarkirinê şand.

Li gorî heman çavkaniyan 6 kes di helîkopterê de bûn. Televîzyona dewletê ya Yewnan ERT diyar kir ku li peravên girava Kefalonyayê ya Yewnanistanê cesedek hatiye dîtin.

Li gorî hêzên çekdar ên Kanadayê, helîkoptera bi tîpa CH-148 Cyclone, li nêzî Yewnanistanê di tetbîqeta hevalbendan de cih girtibû.

NATO’yê roja Çarşemê ragihandibû ku helîkopter winda bûye û ew lê digerin.

Operasyona çavdêriyê ya NATO’yê roja Sêşemê li peravên Yewnan dest pê kiribû û hîn jî dewam dike.