HDP’ê 1’ê Gulanê pîroz kir û diyar kir, “Ji bo afirandina jiyaneke nû 1’ê Gulanê em li her derê ne.”
Alîkara Hevserokên HDP’ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê ya Navneteweyî ya Karkeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ne li cîhanê ne jî li Tirkiyeyê krîz ji ber şewbê derneketiye holê. Ji xwe krîzeke giran a aboriyê hebû û şewbê jî ev krîz girantir kir. Hikumetan paketên ji bo sermayeyê danîn pêş, gotin ‘destpêkê aborî’ û bi vî rengî tenduristiya gel piştguh kirin.”
Di daxuyaniyê de işaret bi tevdîrên dijî vîrûsê hate kirin û hate gotin, “Karker û kedkar di nava bijarkên mirina bi birçîbûnê yan jî mirina bi şewbê de hatine hiştin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo afirandina jiyaneke nû 1’ê Gulanê em li her derê ne. Li malan, li şaneşînan, li kolanan, li hewşên nexweşxaneyan, li febrîqeyan bi tilîliyan, bi sirûdan têkoşînê mezin dikin, jiyanê radiwestînin û 1’ê Gulanê pîroz dikin.”