Li Tûzlûçayirê 4 kesên ku ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bang kirin hatin destgîrkirin.

Alîgirên Komeleya Piştevaniyê û Çanda Anatoliyê (Aka-Der), Kaldiraç, rojnameya Karkeran, Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Alinterî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) xwestin, li taxa Tûzlûçayir a navçeya Mamakê ya Enqereyê bi wesîleya 1’ê Gulanê çalakiyekê li dar bixin.

Polîsan dor li taxê girtin. Tevî zext û zordariyê jî nûnerên saziyan maske dan ber rûyê xwe û li gorî pîvana mesafeya civakî daketin qadê û dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Yekîtiya karkeran wê sermayeyê têk bibe”, “Bijî şoreş û sosyalîzm”, “Ji bo şoreşê bi pêş ve biçe”, “Ya sosyalîzm ya mirin”, “Rizgarî bi tena serê xwe nabe”, “Ya em bi hev re ya tu ji me” qîriyan.

Li taxê daxuyanî hate dayin û hate gotin, “Sîstema kapîtalîst emperyalîst ne ya dewamkirinê  û yekane hêza ku jiyaneke mirovane ava bike çîna karker a rêxistinbûyî ye. Em bang li her kesî dikin ku roja 1’ê Gulanê ji mala xwe derkevin, bang li karkeran dikin ku li kargehan dengê xwe bilind bikin.”

Piştî çalakiyê polîsan gelek kes destgîr kirin. Li gorî agahiyan kesên hatin destgîrkirin ji xwendevanên Kovara Kaldiraçê Ekîn Erdem Evliya û Anil Yeşîltepe, du endamên BDSP’ê Songul û Çagla ne ku paşnavê wan nehate zanîn.

Nayê zanîn ku yên destgîrkirî birine ku derê.