Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku di encama çalakiya şervanên YPG`ê li Efrînê, leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.
YPG`ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê anî ziman ku di dîroka 30’ê Îlonê de yekîneyek wan li navçeya Racoyê çalakiyeke suîqastê li dijî leşkerekî Tirk pêk anîn, di encama çalakiyê de leşker hat kuştin.