Desteya Heşdî Şebî ya li Iraqê daxuyaniyek li ser teqînê da û ev agahî parve kir: “Îro li bajarê Enbarê ya Rojavayê Iraqê di encama teqîna bombeyekî bi wesayîta hêzekî me yê operasyonê ve du çekdarê Heşdî Şebî birîndar bûn. Her du çekdarên birîndar bûne girêdayî lîvayê 18 ya Heşdî Şebî ne.”

Ew êrîş di demekî de pêk hat ku duh lîwayê 6 a Heşdî Şebî bi piştgiriya hêzên asîmanî yê artêşa Iraqê ve li heman herêmê êrîşî stargehên DAÎŞ’ê kiribûn û di encamê de 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn kuştin.