Welatiyên Mexmûrê yên di bin ambargoyê de ketine meha Remezanê diyar kir ku li hember zordariyê gelê mexmûr he tim li berxwe daye û ji vê berxwedayinê serbilind in û got: “Di exlaqê Îslamyetê de zilmî li ser penaberan nayê qebûl kirin.”
Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja 290’an de berdewame. Rexmê ku em di meha Remezanê de ne jî, ev ambargo berdewam dike. Li ser vê mijarê welatiyên Mexmûr ji axivîn. Welatiyan dan zanîn ku rê girtin li ser lawirekê jî sûcekî herî mezine.
Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de tu kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.
‘LI HEMBER ZILIM Û ZORDARIYÊ ÎSLAMYETÊ DERKETIYE’
Girêdayî ambargoya ku li ser Mexmûr tê meşandin û di Îslamyetê de ambargo çawa tê dîtin, Mela Şirîn Çetîn axivî û diyar kir ku di demê Pêxemberan de jî wek niha bê mafiyek mezin hebû û wiha pêde çû: “Beriya ku Îslamyet derbikeve, di nava qewmê cahil û derveyî misilmanan de rê birîn hebî, rê ya hevdû dibiriyan zilmî li hevdû dikirin. Bê mafiyek pir mezin hebû wê demê de. Li hemberî vî zordariyê Îslamyet derket. Di Îslametyê de mirovê herî xirab yê ku rê dibirin bûn. Ne tenê li ser penaberan, li ser her mirovekî, her lawirekê jî rê birîn guneh e. Ji xwe îslamyetî ji bo pêşî lêgirtina van tiştên xirab derket ye. Niha li ser me rê hatiye girtin, zilim li me tê kirin ev di Îslamyetê de nîne. Xwedê jî di Qûrana Kerîm de dibêje derveyê zaliman, diminatiyê ti kesê re nekin. Weke din jî dibêje ger zorî li te hat kirin li hember zoriyê rabe berxwe bide, weke ku niha em berxwe didin. Ew penabere, ew ê ku ji ber zalimekê bireve û ji bo şikandina wê zalimê berxwe dide. Ew penaberên ku berxwe dide, ti ferqa wê û eshabên Pêxemberan nîne. Ew mirovê ku dev ji doza xwe bernede û heta dawiyê ji bo doza xwe berxwe dide hertim digihije serkeftinê. Çawa ku Ebû Cahil û Ebû Leheb, rê nedidan penaberên Hz. Mihemed ji Medîne biçin Mekehê, niha jî PDK’e wek wan nahêle Penaberên Mexmûr derbikevin. Her wiha ev guneh barî wek meha Remezanê de berdewam be, gunehê wê pir cudatire. Ji ber ku meha Remezanê de Rebil Alemîn Qûrana pîroz rêkir ye. Qûran meha Remezanê de ji bo mirovan şandiye ji bo mirov biçe hîdayetê. Yanî ji xirabiyê bête qenciyê.”
‘GELÊ MEXMÛRÊ WEKE ESHABÊN PÊXIMBERAN LI BER XWE DIDIN’
Çetîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li hember zordariyê gelê mexmûr he tim berxwe daye û ji vê berxwedayinê serbilind in. Çetîn wiha berdewam kir: “Di exlaqê Îslamyetê de zilmî li ser penaberan nayê qebûl kirin. Eger Ebû Cahil û Ebû Leheb nebana Hz. Mihemed wê çima bibûya Pêxember, wê çima mezin ba, wê çima Xwedê hewce bi dîta wê rêbike. Eger niha zilma deweta Tirk nebûya, em ê çima bibûna penaber, ji ber wê yekê pêwîste em dema her zoriyekê dibînin ji bo xwe serbilindî qebûl bikin. Ji ber ku serbilindiye, eger em zoriyê dikişînin em bi rûmet in, ji ber ku em wek penaberên Mexmûr li hember zoriyan tekoşîn didin. Gelê Mexmûr jî wek Eshabên Pêxeberin, ji ber ku niha gelê Mexmûr wek wan eshaban li ber xwe didin û ji doza xwe gav ji şûnde na avêjin. Eger em himber van zoriyan li berxwe nedin, dev ji doza xwe berdin, li hember dagirker û îxanetçiyan bejna xwe bitewînin, wê demê wateya penabertiya me namîne.”
‘HER KESÊ KU BÊJE EZ MISILMANIM PÊWÎSTE LI HEMBER ZILMA PDK’Ê RABE’
Welatiya bi navê Emîne Alturk jî bal kişand li ser bêdengiya hikûmeta herêmê û diyar kir ku êdî bila kesek bêdeng nemîne, li hember zilmê serî hildin.
Alturk wiha domanda: “Ev 10 meh in ku ambargo li ser me tê meşandin. Em niha ketine meha Remezanê de û heta niha jî ev ambargo berdewam dike. Her mirovê ku dibêje ez misilmanim û ez xwedî ol û bawerî me divê li hemberî vê ambargoyê rabe. Ev wargeh nîştecihên wan hemû, jî zarok, jin, kal û pîran pêk tên. Lê dîsan jî em dibin vê ambargoyê de rojiyên xwe digirin. Em wan kesên ku vê zoriyê li ser me didin meşandin hewaleyê Xudê dikin.”
‘AMBARGOYA MEXMÛRÊ NE BES BÛ NIHA ÇAV DANE ZÎNÎ WERTÊ’
Emîne Alturk bal kişand li ser êrîşên Zînî Wertê û got: “Heyfe ku Kurd Kurdan difiroşe. Em êdî banga mirovatiyê li wan nakin, jiber ku fam nakin. Em bang li wan û xeletiyên wan dikin û dibêjin ku bila li wan xeletiyên xwe vegerin. Heyfe ku çiyayên Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dikin. Bila PDK’e baş bizane ku ne dewletya Tirk heyranê çavên PDK’ê ne. Dewleta Tirk ev salane dixwaze Kurdistanê dagir bike û deskeftiyên Kurdan xirab bike. PDK’e jî baş dizane PKK’ê tevahî Başurê Kurdistanê parastiye. Em bang li tevahî gelê Başûr dikin bila li hember dagirkeran rabe.”