Li bajarê Bîel ê Kantona Bernê ya Swîsreyê, mizgerta Ar Rahman ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin ku ev mizgeft bi peydakirina çeteyên tundrew û cîhadîst heta niha ketiye rojevê.
Polîsên Kantona Bernê ketin û derketina ji kolana Seelandwegê ya ku mizgeft lê ye bi temamî girtin û dest bi operasyonê kirin. Agahiyeke zelal nehat wergirtin ku operasyon ji ber çi destpê kiriye. Balkêş e ku bi dehan wesayitên ij hêzên taybet û ambûlans ji bo herêmê hatin veguhastin.
Wekî din Polîsên Kantona Bernê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyon ji ber bihîstina dengê çekan a ji herêmê dest pê kiriye.
Mizgefta Ar Rahman bi peydakirina çeteyan ji bo DAÎŞ’ê û rêxistinên cîhadîst ên tundrew beriya niha ketibû rojevê. Gelek kesên li mizgeftê bi rêxisitn bûn tevlî DAÎŞ’ê bûbûn.
Têkildarî meleyê mizgeftê Ebû Ramadan bi hinceta ku alîkariya madî pêşkêşî rêxistinên cîhadîst kiriye û karên ne li rê kiriye dozê destpê kiribû. Eşkere bûbû ku Ebû Ramadan xwe bêkar nîşan dabû û di navbera salên 2003 û 2017’an de 590 hezar Frank alîkariya civakî ji dewleta Swîsreyê wrgirtibû.
Li gorî agahiyan, polîs ji bo hîn bibe dengê çekan ji ku tê li mizgeftê û malên derdora wê dest bi operasyonê kirin.