Hunermend Seîd Gabarî ku li bajarê Hewlêrê yê herêma federe ya Kurdistanê ji ber kansera pişikê dihate dermankirin di 64 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê Kurd ê navdar Seîd Gabarî beriya çend rojan ji bo tedawîkirinê rakiribûn Nexweşxaneya Serdemê ya li Hewlêrê.

Xizmên wî gotin, hunermend îro saet di 04:45’an de li Nexweşxaneya Serdemê jiyana xwe ji dest da.

Seîd Gabarî sala 1956’an li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.

Bi bandora helbestvanên Kurd Tîrêj û Cegerxwîn dest bi muzîkê kir û helbestên her du helbestvanan kir stran.

Gabarî ku çavên wî nedidît zêdeyî 40 salan xizmet ji muzîka Kurdî re dikir.