Dadgeha Bilind cezayê 7 sal û 6 mehan ê li Parlamentera berê ya HDP’ê hate birîn pejirand.
Selma Irmak bi hinceta wezîfeya xwe ya hevserokatiya KCD’ê ya navbera salên 2015-2016’an, axaftinên xwe yên wê demê û xwepêşandanên tevlî bû bi “endametiya rêxistinê” hate sûcdarkirin û ji aliyê dadgeheke herêmî ve bi 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.
Daîreya 16’emîn a Dadgeha Bilind ev biryar pejirand. Di heman demê de cezayê salek û 18 mehan ê bi sûcdariya “propaganda rêxistinê” ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû birîn jî pejirand. Dadgeha Bilind di biryara xwe de îdîa kir ku KCD û KCK weke hev in.
Parêzer wê di çarçoveya serlêdana şexsî de li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Eger Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana parêzeran mafdar nebîne hingî wê KCD weke rêxistineke li derveyî qanûnan bi biryara dadgeriyê hatibe qebûlkirin.