Li gorî daneyan wê bêkariya li DYE’yê wê nêzî ji sedî 20’an bibe. Di çar hefteyên Nîsanê de 20 milyon kes bêkar man û hê gelekan jî nekarîne dosyeya xwe ya bêkariyê pêşkêş bikin.
Di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê ji sedî 3,5 bû û di 50 salên dawîn de ev rêjeya herî kêm bû.
Di çar mehên pêşîn ên salê de ekonomiya Emerîkayê ji sedî 4,8 kêm bû. Tê diyarkirin ku wê ev rêje zêdetir bibe.