Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Velî Saçilik got, kampanya wan a ‘Malbatên Xwişk-Bira’ ne kampanya alîkariyê ye, ya piştevaniyê ye. Saçilik ji bo piştevaniyê careke din bang kir. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Saçilik li ser ‘Kampanya Malbatên Xwişk-Bira’ axivî ku ji aliyê partiya wan ve hatiye destpêkirin.

Saçilik bi bîr xist, piştî ku şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) li Tirkiyeyê belav bû gelek kar kêm bûn û mirov bêkar man û got, “Bi destpêkirina qedexeyan re mirov ji aliyê kar û qada bazirganiyê ve tengav bûn. Ji neçarî mirovan êdî xwe ji hev vegirtin. Lewma ji aliyê aborî ve ketin nava rewşeke zor û zehmet.

Bi navê HDP’ê me kampanya malbatên xwişk-bira ragihandin. Kampanya me ne weke kiryara AKP’ê ye ku koliyekê, paketekê dibe datîne mala mirovan, yan jî dewlemend diyariya xizanan dike. Me xwest, li gel mesafeya civakî jî mirov karibin bi rê û rêbazekê bi destê hev bigirin û têkiliya hestewarî xurt bikin. Bi vê armancê me dest bi kampanyayê kir.”

‘ME XWE GIHAND 21 HEZAR MIROVÎ’

Saçilik anî ziman ku hîn jî gelek daxwaz ji wan tê kirin û got, “Me heta niha xwe gihandine zêdeyî 21 hezar kesî. Di vir de bêguman paketên xwarinê, piştevaniya pere dibe. Lê ya esasî me got ku em karibin bêjin; merheba dost, merheba hevrê, merheba heval. Me ev kar ji xwe re weke karekî welê dîtin ku ku karibin hîmên civaka rêxistinî lê deynin.

Hin hevalên me yên partiyê jiyana xwe xistin rewşeke metirsîdar û xwe gihandin mirovên bi tenê mane yên bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her wiha gelek mirovên ku xwestin piştevaniyê bikin derketin holê. Yanî me başî ne li ser nebaşiyê, li ser karekî ku mirov wekhev in, mil bi mil in û kes ji kesî ne mezintir e dan meşandin.”