Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek şehîd bû.
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku di roja 323’an a rojiya mirinê de navber da çalakiya xwe, şehîd bûn.
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, piştî ku soz jê re hate dayin ku wê daxwazên wan bên bicihanîn, 5’ê Gulanê navber dabû rojiya mirinê.
Grûp Yorûm li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Me beriya kêliyekê bihîst ku Îbrahîm Gokçek li nexweşxaneyê şehîd bûye! Bila serê gelê me, mirovahiya ku dilê wan bi me re lê dide sax be!”
Gokçek ku di roja 323’an de navber dabû rojiya mirinê, rakirin Nexweşxaneya Reyap Îstanbûl a li Esenyûrtê û li servîsa lezgîn dihate tedawîkirin.
Têkildarî tedawiya Gokçek doh daxuyaniyeke wiha hatibû dayin:
“Daxuyaniya me ya têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê me Îbrahîm Gokçek e: Di bedena wî de xwîn nameye. Doh 3 lître xwîn berdan bedena wî. Wê îro jî xwînê bidin wî. Niha ji reh ve tê xwedîkirin. Piştî 24 saetan wê xwarinê bidin mîdeya wî. Mehekê wê li servîsa lezgîn be.”
Ji ber ku li servîsa lezgîn bi zorê bêhn stand doh bi şev cîhaza bêhnstandinê bi wî ve kirin. Hate ragihandin ku dilê Gokçek saet di 13:00 de sekiniye.