Li gorî daneyên înteraktîf a Zanîngeha Johns Hopkîns li gorî saeta Ewropayê heta saet 15.00’an 264 hezar û 400 kes ji ber koronavîrusê mirine. Hate diyarkirin ku 3 milyon û 775 hezar kes jî nexweş ketine. Lê ji ber ku li gelek welatan test nayên kirin, tê diyarkirin ku hejmara rastîn zêdetir e.
Di nav welatan de jî herî zêde li DYE’yê mirov ji ber koronavîrusê mirin. Li DYE’yê milyonek û 229 hezar kes nexweş ketin û 73 hezar û 431 kes jî mirin.
Li gorî daneyan Tirkiye di warê nexweşan di rêza 8’an de ye. Li Tirkiyeyê heta niha 3 hezar û 584 kes ji ber koronavîrusê mirine lê rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên muxalif diyar dikin ku bîlançoya rastîn girantir e.
Hin welat ji ber krîza ekonomîk gelek tevdîr û qedexeyan betal dikin. Berlînê biryar da ku di meha Gulanê de hemû astengiyan rake û hemû mixaze, dibistan, restoran û otelan veke.
Li DYE’yê di nav hefteyekê de sê milyon kesan serî li fona bêkariyê dan. Ji nîveka meha Adarê û heta niha li DYE’yê 33,5 milyon kesan serî li fona bêkariyê dane.