Li fabrîkeyeke polyesterê ya li bajarê Vîsakhapatnamê ya Hindistanê ji ber gazê 11 kes mirin. Gazê bandor li hezaran kesan kir. Li bajêr bi hezaran kesan xwe avêtin kuçe û kolanan.

Li dîmen û fotografan de tê dîtin ku li erdê cenazeyê mirovan û cendekê heywanan heye. Di hin dîmenan de jî mirov dikuxin an jî vedirşin.

Herî dawîn hate diyarkirin ku 11 kes mirine û gazê bandoreke neyînî li hezaran kesan kiriye.

Di 2-3’ê Kanûna 1984’an de jî li fabrîyeke pestîsîtê bi qasî 40 tonan gaz derketibû derve û 3500 kes miribûn.