Ji şêwirmendên berê yên Trûmp Mîchael Flynn, ku ji ber têkiliyên bi Rûsyayê re doz lê hate vekirin, lêpirsîna der heqê wî de ji aliyê Wezareta Edaletê ve hate rawestandin.
Beriya hilbijartinên serokatiyê DYE’yê yên sala 2016’an ku Donald Trûmp bi ser ket, ji ber nîqaşên li ser pêwendiya bi dîplomatekî Rûs re, Mîchael Flynn ketibû ber lêpirsînê. Wezareta Edaletê lêpirsîna der barê Flynn de girt. Wezaretê di daxuyaniya xwe de ya li ser mijarê îdîa kir ku ‘zemînekî rewa’ yê lêpirsîna têkildarî Flynn nîne.
Wezaretê gotinên derewîn ên Flynn ku di dema lêpirsînê de kir, negirîng nîşan da û got, “Ev gotin derew jî bin negirîng in.”
Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkildarî mijarê daxuyanî da û îdîa kir ku Flynn ‘bêguneh’ e. Trûmp îdîa kir ku lêpirsîn “ji bo xistina wî” hatiye kirin.
Eşkere bûbû ku Flynn di Kanûna 2016’an de bi rengekî veşartî bi Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Washîngtonê Sergey Kîslîak re hevdîtin kiriye. Di lêpirsînê de hatibû îdîakirin ku hevdîtina Flynn a bi Rûsyayê re dibe ku ji bo bandora li ser hilbijartinên meha Mijdarê bûye. Flynn di destpêka 2017’an de ji wezîfeya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî îstifa kiribû û qebûl kiribû ku wî di îfadeyên xwe de derew kiriye.