Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku ji bo dawî li zexta dewletê bê anîn kete rojiya mirinê û di roja 323’an a çalakiyê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî rakirin Cemxaneya Gaziyê. Cenazeyê Gokçek ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Li kolana ku Cemxane lê ye ya li taxa Gaziyê, polîsan tevdîrên giran girtine. Koma ku ev kiryarên kêfî yên polîsan şermezar kir, bû hedefa polîsan. Polîsan 10 kes destgîr kirin.

Polîsan nehiştin ku endamên çapemeniyê dîmen bikişînin.

Girseya gel li qadê ne…