Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê GULANÊ 2020 İN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja, emê bultena xwe pêşkêş bikin, lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Rayedarên dewleta Tirk vê carê jî bersiv nedane Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralîye û hevdîtina wan asteng kirtn

&- Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê û got. Divê hêzên Kurd ji bo yekîtiyê kar bikin.

&- Navenda Ragihandina HPGê, destnîşan kir ku hêzên Gerilla ji Heftanînê heta bi Serhedê rêzeçelekiyên bi bandor pêkanîn û di encamê de 23 leşker hatin kuştin.

&-Parlementerê HDP’ê Mansûr Işik ku bi salan parêzeriya Rêber Abdullah Ocalan kiriye, got: Pêdivî bi dahurandin û analîzên Ocalan heye.

&-Siyasetmedarên Danîmarkî nameyeke vekirî ji hêzên siyasî yên Kurd re nivîsîn û bang li wan kirin, ku tavilê dawî li rageşiya li Başûrê Kurdistanê bînin.