Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku li Enqerê alîkariyên xwarin û vexwarinê yê bingehîn dane nêzî 300 malbatan û 140 malbatên xwîşk û bira jî anîne gel hev.
Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak ragihand tevî ku hikûmet piştgiriya civakê bi xwe ya di nava xwe de ava dike wek xetereyekî dibîne û astengiyan derdixe wan xebatên xwe bi rêvebirine û tekez kir ku wan hestên piştgiriyê û parvekirinê pêşxistine.
Hevserokê Paritya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak got ku di rewşekî asayî de ji gel ê ku ji bo bikare 12 saetan li malê bimîne divê 12 saetan bi xebite re dibêjin ‘li mal bimîne’, wana di tenêtiyê de dihêlin. Li cîhanê di pêvajoya şewbê de tevî ku pêşbirka mînakên feraseta dewlet a civakî hene li Tirkiyê ku heta nikare maske û kolonya ya ku para her welatiyekê ye li ser wan belav bike. Parlak got: “Li cihê ku diviya bû bac wek alîkariya civakî vegere gel, gelê me bi ne wekheviya siyasetên civakî re rû bi rû hiştin. Li şûna ku diviya bû dewlet alîkariyê bide gel, kampanya ‘Em Têra Hene’ ya gel xwedî li dewletê derkeve dane destpêkirin. Ji bûdceya ku ji bo şer veqetandine kêm nekirin. Hikûmet piştgiriya civakê bi xwe ya di nava xwe de ava dike wek xetereyekî dibîne û astengiyan derdixe wan xebatên xwe bi rêvebirine û tekez kir ku wan hestên piştgiriyê û parvekirinê pêşxistine.”
‘PIŞTGIRÎ, MÎRATEYA ME YA CIVAKÎ YE’
Parlak di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku wan bi salane hewl didin pirsgirêkan bi rêya piştgiriyê çareser bikin ku di dîrokê de mînakên piştgiriya civakî nayên hejmar û wiha pêde çû: “Piştgirî, mîrateya me ya civakî ye. Ya îro bawerî û hêvî dide me jî mîrateya me ya civakî ye ku dikare îro jî ji pêdiviyên me re bibe bersiv.”
‘140 MALBATÊN XWIŞK Û BIRA HATINE AVAKIRIN’
Parlak da zanîn ku wan bi rêya kampanya piştgiriyê di nava hewldanê de ne, xwe bigihînin mirovên ku di wê rewşa şewbê de debara xwe bi zehemtî dikin û got: “Heta niha 140 Malbatên Xweişk û Bira gihane hev. Malbat di navbera hevdu de li gorî rewşa pêwîstiyê xwe alîkariyên xwe didomînin. Alîkariyên xwarin û vexwarinê yên bingehîn bi şeklê paketên amadekirî dane nêzî 300 malbatan. Maske û pêdiviyên paqijiyê jî li ser hejmarekî zêde malbatan hatiye belavkirin. Di heman demê de di çarçoveya daxwazên ku ji malbatan tên, li gorî pêwîstiyên ku dixwazin jî piştgirî tê dayîn. Heta niha hejmara malbatên ku serlêdan kirine jî 550 malbat e.”